Saturday 18 March 2023

Serok Barzanî mîhvandariya dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir



Roja şemiyê 18.03.2023ê li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî mîhvandariya hejmareke zêdeyê li balyoz û konsul û nûnerayetiya welatan û rêxistinên navdewletî û hêzên hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û firavînek ji bo wan saz kir.

Li vê mîhvandariyê da Serok Barzanî gotarek pêşkêşî mîhvanan kir û li vê gotarê da gelek bi germî bixêrhatina mîhvanan kir û ji bilî balkişandina li ser girîngiya sembol û hêma û wate û helkeftên meha Adar û Newrozê yên ji bo gelê Kurdistanê, hêviya wê yekê xwest ku li rojên cejn û bêhnvedanê de demeke xweş li Kurdistanê derbas bikin.

Li dirêjahiya gotara xwe da Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa siyasî û peywendiyên di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wê yekê xisterû ku derfeteke baş ji bo çareserkirina kêşeyan li holê daye û îrade û xwestek jî tê dîtin bo ku kêşeyan bi hevdû têgihîştin û bi piştbestina bi destûrê û li ser bingeha wan rêkeftinan bêne çareser kirin ku li navbera aliyên pêkhênerên hevpeymaniya îdareya dewletê ve hatiye bestin. Serok Barzanî serdana çend rojên derbasbûyî ya birêz Mihemed Şiya Sudanî ya Herêma Kurdistanê bi derfeteke baş ya hevdû têgihiştina zêdetirê di navbera Herêm û Hikûmeta Federal li ser nehiştina nakokiyan da zanîn.

Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser proseya siyasiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku ji bo wê yekê şer`îyet li Herêma Kurdistanê nekeve bin pirsiyarê pêwîste îsal hilbijartin bêne kirin û eve jî ragihand ku hevkarî û hemahengiyeke baş li navbera tîmên navdewletî û aliyên peywendîdarên Herêmê heye ji bo amadekariyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê. Di derbarê bi mafê pêkhatan li hilbijartinan da Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku nabê hîç destêwerdan li mafên pêkhatan da bêne kirin û îrade û sîxeyeke diyarkirî li ser pêkhatên Herêmê bê sepandin. Divê rêz li îradeya pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bê girtin û pêkhat bi xwe û rêxistinên Neteweyên Yekgirtî her sîstemek ji bo beşdarîkirina pêkhatan bi baş bizanin ji aliyê me ve jî pejirandî dibe.

Her li vê civînê de dergeha guftûgo û danustandina bîr û ramanan ji bo amadebûyan hate vekirin û Serok Barzanî bersîva têbînî û pirsiyarên dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên di derbarê rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê da.