Monday 12 August 2019

Serok Barzanî li Çoman: Pêwîste hemû aliyek rewşa Herêmê li berçav bigrin



Roja dûşem 12.08.2019 ku hevdem bû li gel dûyem roja cejna Qurbanê, Serok Mesûd Barzanî îro serdana navçeya Balekayetî kir û li gel kesayetî û rihspiyên navçeyê civiya.

Serok Barzanî li civînê da pîrozbahiya cejnê pêşkêşî xelkê Balekayetî kir. Paşê gotarekî pêşkêş kir û ragihand: "Ev devere deverekî gelek girînge ji bo me. Baregeha Serkirdayetiya Şoreşa Eylûl li vir bû. Xelkekî zêdeyê dilsoz û gelek bi bîr û baweriyê li vê navçeyê hatine perwerde kirin û zehmetekî zêde kişandine û givaşekî zêdeyê dijminan li ser wan hebûye. Şev û roj balafir li ser vê navçeyê firiyane û gundên wê bombebaran kirine û li bin agirê topxaneya dijmin bûn, xelk xweragir bû, gelek pabend bûn bi yasayên şoreşê û şoreşê bi mulkê xwe dizanîn. Xelkekî zêde rewşt û bi ehlaq bilind bûn. Deh sal em li vir bûyîn, cihekî ku du kanî lê hebûya û cihê hewandinê bû, Gelale bû, yek dizî lê hate kirin û xelk bi xwe nehiştin ew kes li Gelalê bimînê".

Her wiha got: "Dijmin gelek hewl da sîxûr li vê navçeyê dirûst bike, nekarî. Gelek hewl da şoreş li vir têk bide, ji ber ku dizanî eger li vir têkbiçê li cihên din jî têkdiçê".

Serok Barzanî di derbarê xizmetkirina xelkê ve got: "Li demeke nêzîk da divê bernameyekî rêkûpêk ji bo vê navçeyê bê danîn. Hikûmeta Herêmê xizmetguzariyên baştir pêşkêşî vê navçeyê dike".

Serok Barzanî li rûyê cemawerê Çoman re got: "Min pê xweşe hûn bi xwe li gel Qaymeqam û rihspiyên navçeyê wan xizmetguzariyên ku ewlewiyeta we ne ji bo me destnîşan bikin, ji bo wê yekê ku îşekî ciddî li ser bikîn. Divê xizmeteke zêde li vê navçeyê bê kirin, pêwîste qerebûya zehmetiyên vê navçeyê bi xizmetguzariyê bêne baştir kirin".

Serok Barzanî her wiha ragihand: "Em nîgeranîn jî ji wê rewşa nelibar ya li ser sînoran dirûst bûye. Hindek car topbaran û bordumana Îran û Tirkiye, eger li vir bahane bi wan neyê dayîn, ne têne topbaran kirin û ne jî bombebaran kirin, ji ber wê divê çareseriya vê rewşê bêkirin bi awayekî ku êdî xelkê vê deverê baca wê rewşa nelibar nedin. Em mijulîn, bi awayek ku nabê xwîna Kurd bi destê Kurd bê rihtin, eve bûye prensîbek, lê belê pêwîste rewşa Herêmê jî li ber çav bê girtin. Tenha tişt ku hêviya xelke, Eger ev hêvî nema hemû tişt temam dibê".

Li dawiya gotara xwe de Serok Barzanî got: "Ewên dixwazin Herêmê tûşî kêşeyan bikin ya nehêlin jiyana xelkê bi bextewerî birêve biçê, eve em rê bi wê yekê nadîn. Ji bo wê yekê hêvîdarîn hemû aliyek hekîmane û aqilane reftarê bikin û rewşa Herêmê li ber çav bigrin ji ber ku em ewlehî û asayîşa Herêmê û jiyana xelkê xwe nakîn qurbana hîç kesekî din".