Friday 17 January 2020

Serok Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi kurê Semahetî Sîstanî kir



Roja în 17.01.2020 Serok Mesûd Barzanî bi mebesta halpirsîna li rewşa tendirustiya Ayetulla Ozma Semahetî Seyîd Elî Sîstanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Seyîd Mihemed Riza kurê Semahetî Seyîd Elî Sîstanî kir.

Li vê peywendiyê da Serok Barzanî halê tendirustiya Semahetî Seyîd Sîstanî pirsî û hêviya tendirustiyeke baştir û başbûnê ji bo wî xwest.