Thursday 9 April 2020

Serok Barzanî li peywendiyekî telefonî da piştgîriya xwe ji bo Mistefa Kazimî ragihand



Roja pênçşem 09.04.2020 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi Mistefa Kazimî Serok Wezîrê raspardiyê Hikûmeta Iraqê kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo raspardina Mistefa Kazimî ya ji bo Serokayetiya Hikûmeta Iraqê ragihand û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest.

Serok Barzanî hêvî xwest ku ev hengav bibê sedema hevdû nêzîkbûna hemû pêkhatên Iraqê û pir û derbasgehek jî bê ji bo çareserbûna kêşe û qeyranên Iraqê.