Thursday 21 January 2021

Serok Barzanî li peyamek da kirdarên terorîstiyên bajarê Bexdayê şermezar kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve îro pênçşem 21.01.2021 li encama du kirdarên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêdeyê welatiyên bê tawan şehîd û birîndar bûn. Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wan tawanên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li malbatên şehîdan û qurbaniyên wan rûdanan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Teror dijî jiyan û bextewerî û aramiye û dijminê hevbeşê me yê hemû aliyane û ji bo ji navbirin û nehiştina terorê, hemahengiya berdewam ya hemû aliyek pêwîste. Hêvîdarim bi hewla aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem ewên li pişt van tawanane bigihin bi sizayên xwe.

Mesûd Barzanî
21.01.2021