Tuesday 11 December 2018

Serok Barzanî li Hewlêrê li gel Wezîrê Ûzeya Amerîka civiya



Roja sêşem 11.12.2018 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî li gel Rick Perry Wezîrê Ûzeya(enerji) Amerîka û şandekî li gel civiya, ku Douglas Silliman Balyozê Giştî yê Amerîka li Iraq û Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê li gel hejmarek şêwirmendên Koşka Spî û Wezareta Ûzeya Amerîka pêkhatibûn.

Li civînê de Rick Perry Wezîrê Ûzeya Amerîka xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê nîşanda û ragihand ku îdareya nû ya Amerîka girîngiyeke zêde bi Herêma Kurdistanê dide û dixwaze li warê ûze û samanên xwezayî û siruştî de pêkve kar bikin û hevkarê hevdû bin.

Wezîrê Ûzeya Amerîka ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û ragihand ku niha derfeteke nû û baş heye ji bo baştirbûna peywendiya di navbera wan û welatê wan jî piştevaniya wê yekê dike ku peywendiyên wan baştir bin û hevkariya her dû aliyan ya ji bo pêşxistina kertê ûze li Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Eşkere jî kir ku destpêkekî nû heye ji bo wê yekê ku kompanyayên Amerîka bêne Herêma Kurdistan û Iraqê sermayeguzariyê bikin.

Her li vê civînê de Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê spasî Serok Barzanî kir ku li Herêma Kurdistanê da hêsankariyeke zêdetir ji bo karkirin û pêşxistin û geşbûna derfetên aborî heye. Her wiha serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî li Bexda bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku niha nêrîneke baş li Bexda heye. Eve jî derfeteke baş ji bo pêşxistina peywendiyan direxsênê. Li vî warî de dûpat kir ku Amerîka navbijwanekî dadperwer dibê li navbera Hewlêr û Bexda û hana her dû aliyan dide hevkar û hemahengê hevdû bin.

Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Iraqê ragihan ku dixwazin baştirîn rewşa aborî ji bo Herêma Kurdistanê bê holê û bexteweriya xwe li karkirina wan ya li Herêma Kurdistanê eşkere kir û vê civînê jî bi girîng wesif kir.

Li beşekî dinê vê civînê de Wezîrê Ûzeya Amerîka, silavên taybetî yê Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka bi Serok Barzanî gihand. Di derbarê penadan û hewandin û parastina pêkhatên olî bi taybetî Kirîstiyanên li Herêma Kurdistanê da spasiyên taybetî jî bi Serok Barzanî gihand. Hêvî jî xwest ew hevniştimaniyên bi sedema şerê Da'îş ve koçber bûn bi zûtirîn demî de vegerin ser mal û halê xwe.

Heman demî de Wezîrê Ûzeya Amerîka spas û pêzanînên xwe ji bo berevanî û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên Da'îş de derbirî.

Li beranber da Serok Mesûd Barzanî vê serdana Wezîrê Ûzeya Amerîka ya berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Herêma Kurdistanê bi balkişandineke erênî wesif kir.

Serok Barzanî bi têr û tije behsa dîroka dirustbûna dewleta Iraqê kir û balkişand li ser ji aliyê dewleta Iraqê ve binpêkirina hevbeşî û şeraketa gelê Kurdistanê û tîşk xiste li ser wan êş û çewsandinên ku gelê Kurdistanê bi dirêjahiya sedsaleke ji vê dewletê da dîtiye. Her wiha wan binpêkirinên destûriyên li Iraqa nû da behs kir ku bûye sedema wê yekê ku gelê Kurdistanê li rêya referandûmê ve peyama xwe ji bo tevahiya cîhanê bixerû.

Serok Barzanî ragihand ku piştî hilbijartinên vê dawiyê ya Iraqê derfeteke nû û keş û hewayeke nû hatiye holê û ew guhertinên li siyaset û nêrîna Bexda bi erênî û cihê geşbîniyê wesif kir. Dûpat jî kir ku gelê Kurdistanê herdem alîgirê zimanê diyalogê bûye û dibe û dijî tundiyê ye, lê belê neçar bûye di dema pêwîst da berevaniya xwe bike.

Serok Barzanî spasî Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkayê kir ku li şerê dijî terorîstên Da'îş da yarmetiya hêzên Pêşmerge daye û hêvî xwest peywendiya di navbera her dû aliyan bi hêz û çespandî bê.

Paşê li civîneke rojnamevaniya hevbeş ya di navbera Serok Barzanî û Wezîrê Ûzeya Amerîka da, Serok Barzanî bi xêrhatina Wezîrê Ûzeya Amerîkayê kir û balkişand li ser wê yekê û got: Derfetekî baş bû bo ku behsa wan hemû babetan bikîn ku îro girîngin ji bo welatê me çi li peywendiya di navbera Hewlêr û Bexda, çi li peywendiya dû qolî ya me ya li gel Amerîka. Xweşbextane dibînîn derfetekî nû heye û cihê hêviyê ye. Me her dû alî jî tekez kir ku hemû hewlek bidîn çareseriya giriftan li rêya diyalogê de bikîn.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Ûzeya Amerîka ragihand: Spasî cenabê Serok Barzanî dikim ji bo mîhvandarî kirin û razîbûna wê yekê ku bême vir û vê hevdîtinê encam bidîn. Ji bo hevbeşî pêkirina nêrîn û ramanên xwe yên ji bo Herêmê û her wiha ji bo behs kirina çîroka gelê Kurdistanê ku cihê spas û pêzanînê bû. Têgihiştina dîroka aliyek gelek girînge ji bo têgihîştina paşaroja wan.

Di derbarê naveroka civînê de Wezîrê Ûzeya Amerîka got: Me civîneke gelek berhemdar hebû. Bi xemxuriyê ve temaşa hebûna rekkeftinekî herdemî ya li navbera Bexda û Hewlêrê dikîn. Hêjayî bi bîranînêye eve jî vedigerê ser azayetî û qurbanîdan û rola Pêşmerge ya li şerê dijî Da'îş. Ew hevkarbûn wê yekê ku serkeftinekî mezin bi dest ve bê. Bi sedema hewl û qurbanîdana wane îro xelk azade. Li gel azadiya asayîş tê li gel ewe jî derfeta zêdetir û derfetên girîng. Îro ev aramiya zêdetir û asayîşa zêdetir dibînîn li seranserê vê herêmê heye.

Rick Perry ragihand: Ev derfeta bihadare cihê eweye ku me han dide veberhênanê bikîn bibîn hevbeşê hevdû. Dema ewe hatiye ku êdî tekez li ser binyadnana aborî bikîn. Her wiha ji bo zîndî kirina bingeha aborî, îro jî li guftûgoya me de me tekez li ser çawayiya pêşxistina têgihiştina hevbeş kir. Eve me digihîne wê xalê ku sedema serdana min ya îro li vir, bo eweye her wiha em weku Amerîka pêkve kar bikîn ji bo binyadnana paşarojeke ku derfetê dide me bi pêkve kar bikîn.

Wezîrê Ûzeya Amerîka behsa çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê kir û got: Me her dû aliyan jî çavkaniya samanên xwezayî zêdeye. Li Wîlayeta min bi xwe Teksas ku li hevdîtina me ya li gel cenabê Serok beramberiya her dû aliyan dikir Kurdistan û Teksas, gelek tiştên wekû hev heye. Me behsa ewe kir ku me çavkaniyeke zêde ya ûze li ber dest heye ji bo gelê me li wir û her wiha ji bo gelê Kurdistanê li vir. Ji bo wê yekê em wiha dibînîn li vir derfetekî zêde li holê da heye ji bo binyadnana paşarojeke baştir ji bo xweşguzeranî û sûd wergirtina wan derfetan.

Li dawiya civîna rojnamevaniyê de Rick Perry Wezîrê Ûzeya Amerîka got: Cenabê Serok spas ji bo dostayetiya we, spas ji bo nêrîn û dîtinên we, spas ji bo qurbanîdana we ya bi navê gelê we, pêkve bi peroşiyê ve temaşa karkirina we ya salên paşarojê dikim.