Wednesday 3 July 2019

Serok Barzanî li gel Fraksiyonên pêkhatên Mesîhî û Turkmen yên li Parlemena Kurdistanê de civiya



Roja çarşem 03.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Fraksiyonên pêkhatên Mesîhî û Turkmen yên li Parlemena Kurdistanê de civiya.

Li vê civînê de Nûnerên Mesîhî û Turkmen li Parlemena Kurdistanê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku herdem berevaniyê li mafê pêkhatan kiriye û balkişandin li ser pêdagiriya Serok Barzanî ya li ser nûnerayetîkirina pêkhatan, di dema civînên rikeberên Iraqê ya berî rûxana rejîma Be'es û paşê jî rola diyar ya Serok Barzanî li çespandina mafê pêkhatan li destûra bingehîna Iraqê û pêkhatên niha ya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê û mîsogerkirina nûnerayetiya wan li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Her wiha spasî Serokayetiya Parlemen û Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê kirin ku li danîna lîjneya herdemî ya Parlemena Kurdistanê da piştevanê pêkhatan bûn.

Li civînê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina Nûnerên Pêkhatên Mesîhî û Turkmen li Parlemena Kurdistanê, gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan welatê me hemûyane û pêwîste em hemû jî li birêvebirinê da hevbeş bîn û em hemû jî xwe bi berpirsiyar bizanîn. Serok Barzanî carekî din jî tekez kir ku nabê bi tu pêkhatek bêgotin "kemîne" û tu neteweyek bi jimare nayê pîvandin û her yek ji wan taybetmendiya xwe heye û divê rêz li wan taybetmendiyan bêgirtin.

Serok Barzanî rola Nûnerên Mesîhî û Turkmen li Parlemena Kurdistanê de bilind nirxand û daxwaz kir ku bi awayek berevaniyê li mafên pêkhatan bikin ku beranber dengderên xwe serbilind bin.

Serok Barzanî tekez jî kir ku li destûra Kurdistanê da mafên hemû pêkhatan bi tevahî diçespê û rê bi tu cûdakariyekî neteweyî û olî nadin û hemû li Kurdistanê da wekhev û hevbeş dibin.

Her li vê civînê de Serok Barzanî di derbarê guhertinên siyasiyên dawî ya li asta navdewletî û herêmî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê de berçavrûniyên pêwîst xisterû.