Roja pênçşem 13.01.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya.
Li civînê de Serok Barzanî pîrozbahiyê li Seroka Fraksiyon û Peyvdara Fraksiyona Partî(PDK) li Encûmena Nûnerên Iraqê kir û li erk û karê wan da hêviya serkeftinê xwest.
Her li vê civînê de Serok Barzanî di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî de şîret û rêkarên pêwîst ji bo amadebûyên civînê xisterû.