Roja şemî 28.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li xula çarema Parlemena Kurdistanê civiya.
Li vê civînê de Serok Barzanî spas û destxweşiyê li erk û keda Endamên Fraksiyonaî PDK li xula çarema Parlemenê kir û tekez li wê yekê kir ku Fraksiyona PDK li xula pêşûya Parlemen li rewşeke hestiyar û dijwara siyasî da karê xwe bi başî encamdaye û keda wan cihê pêzanînêye.
Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser proseya siyasiya Kurdistanê û daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo hengavên berev Kurdistanekî bihêz şîrove kir. Li beşekî dinê vê civînê da Serok Barzanî nêrîna xwe ya li ser guftûgo û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo amadebûyan xisterû.