Monday 9 September 2019

Serok Barzanî li gel Berpirsên Leq û Navçeyên sînorên Dihok û Mûsil û her sê Encûmena Serkirdayetiya Hewlêr, (Kerkûk - Germyan), (Silêmanî – Helebçe) civiya



Roja dûşem 09.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirsên Leq û Navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê li tixûb û sînorê parêzgehên Dihok, Mûsil û her sê Encûmena Serkirdayetiya Hewlêr, (Kerkûk – Germiyan) û (Silêmanî – Helebçe) civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û qonaxa piştî referandûmê û her dû hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û Parlemena Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola endam û kadîrên PDK derbirî ku ji bilî hemû giriftan û wan hemû plangeriyên dijî PDK li holê da bû, lê belê bi hîmmet û xweragiriya endam û alîgirên PDK, Partî li ser asta Iraq û Kurdistanê bû bi partiya jimare yek. Her wiha rola kadîrên PDK bilind nirxand ku bi xweragirî û bawerî bi xwe bûnê ve di demên teng da li sengerê parastina Kurdistanê dane û eger PDK neba niha ne Herêm dima û ne rûmetek ji bo gelê me dima.

Her li vê civînê de Serok Barzanî spasî xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan û şerê berevaniya li keramet û axa niştiman kir û ragihand: Em hemû qerzdarê Pêşmergene, ji ber ku Pêşmerge hemû hevkêşeyan guherand û Kurdistanê parast.

Serok Barzanî tekez kir ku PDK di demek da ji dayik bû ku gelê me li bêhêviyeke mezin da bû, PDK bû hêviya gel û ji wê rojê ve PDK xwedî armancekî stratejiye hîç paşvekêşiyek jî ji wê armanca stratejiyê nakîn, ji bo wê yekê PDK herdem bi navê parastin û bexteweriya gelê me da qurbaniyê daye û tu demek jî ji berpirsiyariyê narevîn. Her wiha Serok Barzanî ragihand ku ew dû serkeftina PDK li hilbijartinên derbasbûyî de li ser asta Iraq û Kurdistanê bi dest ve anî, padaşta gelê Kurdistanê ya ji bo helwestên negûher û stratejiyên PDK û berevaniya me ya li Kurdistanê bû.

Her li vê civînê de balkişand li ser rewşa jiyana kadîrên PDK û wan dijwariyên ku rû bi rûyê wan dibê û bi têrûtije behsa wan hengavan kir ku dibine sedema berev pêşve birina karubarê PDK û baştirkirina jiyana kadîran.

Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda û rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku niha guftûgo û danustandin heye û hengavên baş çûne pêş û hêvî dikîn hemû kêşe bi diyalogê bêne çareser kirin, bi taybetî kêşeya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê.

Her li vê civînê de dergeha guftûgo û pirsiyaran hate vekirin û Serok Barzanî bersîva pirsiyar û têbînî û pêşniyarên amadebûyan da.