Saturday 6 April 2019

Serok Barzanî beşdarî vekirina Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî kir



Li dûyem roja serdana Serok Barzanî ji bo Şahnişîna Urdinê, îro 06.04.2019 Serok Barzanî û şanda li gel beşdarî rêwresma yekem roja vekirina Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî li havîngeha Eqebeya nêzîk Ammana paytexta Urdinê kir.

Hevdehemîn(17.) Korbenda Aboriya Cîhanî li welatê Urdinê îro dest bi karên xwe kir.

Li korbendê da hejmarekî ber bi çavê Serok û kesayetiyên siyasî û aboriya cîhanî beşdarî l yekem roja vekirina Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî kir.