Wednesday 19 June 2019

Mîrê Kuweytê li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî ve kir



Roja çarşem 19.06.2019 Şêx Sebah Ehmed Cabir El Sebah Mîrê Kuweytê li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Mesûd Barzanî ve kir.

Li vê peywendiyê da Mîrê Kuweytê xweşhaliya xwe bi vê pêşveçûna siyasiya ku li asta Herêma Kurdistanê û her wiha peywendiyên Hewlêr û Bexda hatiye holê derbirî û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo gelê Kurdistanê xwest.

Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî spasî Mîrê Kuweytê kir û bi xêrhatinê jî kir ku bi serdanekî îro gihîştiye Bexdaya paytexta Iraqê.