Tuesday 16 February 2021

Hejmarek serkirde û kesayetiyên siyasiyê Iraqê û Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Serok Barzanî kirin



Roja sêşem 16.02.2021 bi mebesta derbirîna hevxemiyê her yek ji birêzan Dr Eyad Ellawî Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî û Usame Nuceyfî Sekreterê Giştî yê Partiya ( El Iraqul Mutehîdun ) û Selahedîn Behaddîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û Mamosta Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Mesûd Barzanî kirin û sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Dr Roj Nûrî Şaweys bi Serok Barzanî gihandin.