Monday 7 October 2019

Daxuyaniyeke hevbeş ya civîna Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê



Roja dûşem 07.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî û birêz Dr Eyad Ellawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê civiyan.

Li civînê de bi dûr û dirêjî rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên rojevê û rûdan û aloziyên vê dawiyê ya Bexda û çend parêzgehên dinê Iraqê guftûgo kirin û li ser van xalan rêkkeftin:

 

Yekem: Ji bilî li rêya destûrî û li gor prose û mekanîzmên demokratî nabê hîç rêyeke din ji bo guhertina proseya siyasî hebê û her cûre guhertinek ji derveyê van çarçeweyan nayê qebûlkirin.

 

Dûyem: Palpiştiyeke tevahî ya hikûmeta niha ya Iraqê ya bi Serokayetiya birêz Dr Adil Abdulmehdî dikîn û daxwaz jî dikîn hewleke tevahî ji bo pêkanîna aramî û kontrola rewş û sizadana gendelkaran û her wiha ewên bûne sedema xwînrijandina xelkê bêtawan bide.

 

Sêyem: Daxwaz dikîn parêzgerî li selametî û kerameta gelê Iraqê û hemwelatiyan bê kirin û li hemû pêkhat û çînan û li hemû warên pêwîst da hemahengiyeke tevahî li navbera me da hebê.

 

Çarem: Serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên van rûdanan û zulmlêkiriyan dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn girîngiyeke tevahî bi qurbanî û birîndaran û qerebukirina wan bide.