Monday 10 June 2019

Bi beşdariya Serok Barzanî, rêwresma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê birêveçû



Roja dûşem 10.06.2019 Parlemena Kurdistanê li hola Se'ed Abdulla ya li bajarê Hewlêrê civiya û li rêwresmeke hêja da, birêz Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî xwar.

Li vê civînê de ku bi amadebûna Serok Barzanî û her yek ji Serok Komarê Iraqê, Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê, Nûnerê Serok Wezîrê Iraqê, Serok û Sekreter û Nûnerên aliyên siyasiyên Kurdistanî û Iraqiyan, Wezîrê Derveyê Tirkiye, Balyozê Îran û sedan mîhvanên Kurdistanî, Iraqî û cîhanî birêveçû. Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ji bilî pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî, Serokê hilbijartiyê Herêma Kurdistanê piştgîriya xwe ya tevahî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê ragihand û daxwaz jî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kir pêkve hewl bidin bi zûtirîn dem wan kêşeyên ku mane çareser bikin. Bi taybetî ew kêşeyên ku li navçeyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê yan navçeyên kêşe li ser, ji ber ku roj bi roj kêşe zêdetir kûrtir dibin û cihê metirsiya cîddîne.

Serok Barzanî di derbarê kêşeyên niha ya navçeyê jî ragihand ku hêvîdarîn hemû aliyan bi aştiyê çareseriya kêşeyan bikin. Ji ber ku bi tekez şer li berjewendiya tu aliyek da nîne.

Di derbarê rewşa navxweya Kurdistanê jî Serok Barzanî daxwaz ji aliyê siyasiyan kir bi giyanê birayetî û hestkirina bi berpirsiyaretî, kêşeyên navxweyî çareser bikin.