Wednesday 12 December 2018

Bi amadebûna Serok Barzanî rêwresma dawî hatina xulekî nû ya Efseran li Akademiya Zaxo birêveçû



Îro çarşem 12.12.2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî rêwresma dawî hatina 24. xula Akademiya Efserên Herêma Kurdistanê li Zaxo birêveçû.

Li rêwresmê da ji bilî encamdana nimayîşa serbazî bi awayeke rêpêvan, Ragirê Kolêja Serbazî gotarek pêşkêş kir, paşê helbest hate pêşkêş kirin. Dawiyê de jî bawernameya Akademiyê bi derçûyên xulê hate bexşîn.

Hêjayî gotinêye 395 efser li pileyên cûda cûda de beşdarî li xula 24ê Akademiya Serbazî ya Zaxo kirin, li ser bingeha zanistî serbazî nû ji bo 9 mehan meşq bi wan hate kirin û bûne efserên akademî.