Saturday 25 May 2019

Bi amadebûna Serok Barzanî rêwresma dawî anîna xulekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê birêveçû



Roja şemî 25.05.2019 Serok Mesûd Barzanî li rêwresma dawî anîna xula 3 ya lîwaya 2 ya hêzên 80 yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amade bû. Ev rêwresm li binkeya Meşqa Piyadeya Hewlêr, Fêrgeha Bapiştiyan birêveçû.

Li vê rêwresmê de gotarê Fermandeyê Hêzên 80 û Fermandeyê Binkeya Meşq hate xwendin û her wiha rêpêvanê serbazî û nîmayîşa komando û tabloya çek û nimayîşa Kungfu ji aliyê Pêşmergeyên beşdarbûyên xula sêya meşq û rahênanê hate encamdan.