Wednesday 12 December 2018

Bi amadebûna Serok Barzanî bîranîna Destana Lomana - Zawîte li bajarê Dihokê birêveçû



Roja çarşem 12.12.2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî rêwresma bîranîna 57 saliya Destana Lomana – Zawîte li bajarê Dihokê birêveçû.

Rêwresma ku ji aliyê xebatkarên kovara "Senger û Pêşmerge" ve hatibû rêkxistin, têda hejmarek ji berpirsên serbazî û hizbî û îdarî yên Kurdistanê û hejmarek ji hevniştimanî û malbatên şehîdan amade bûn.

Li vê rêwresmê da Serok Mesûd Barzanî gotarekî pêşkêş kir û têda ronahî xiste li ser berxwedana gelê Kurd û şoreşa Eylul û her wiha bîranîna Destana Lomana - Zawîte û ragihand, 12.12.1961 tenê rojekî dîrokî nîne, belku rojeke dîrokê dirust kir. Wê serkeftina mezin ewe dûpat kir, eger îradeya bihêz hebê, serkeftin mîsogere, îrade jî ji hemû çekek bihêztire.

Li dirêjahiya axaftina xwe de, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku şoreşa Eylûl berdewama şoreşên berê bû. Lê belê şoreşekî seranserî bû û li çarçêweya navçeyî derketibû, hemû çîn û tiwêj û pêkhat û navçeyên Kurdistanî li xwe girtibû, îrade û bawerî bi xwebûnê li cem mirovê Kurd dirust kir.

Serok Barzanî, qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge jî li niha de, ji bo wê giyana berevaniyê ve vegerand ku li şoreşa Eylûlê da hate çespandin Niha kur û keç û nifşa nû ya Pêşmergeyên wê şoreşê vê şanaziyê derbas kirin. Mînak jî bi serkeftina Pêşmerge ya li ser terorîstên Da'îş da anî.

Serok Barzanî balkişand li ser berxwedana Pêşmerge û got: Eger Pêşmerge nebûya niha xelkê Kurdistanê ev jiyan û azadiye nedibû. Pêşmerge îspat kir her dema kerameta welatê wî bikevê metirsiyê, amadeye xwe bi navê niştiman da bext û gorî bike.

Serok Barzanî, balkişand li ser jiyana serbilindane ku mirov divê yan bi navê gelê xwe da bijî, an jî bi navê gelê xwe da xwe bike qurbanî. Serok Barzanî eve jî xisterû cihê şanaziyê ye ku şandên biyaniyan û cîhana derve bi serbilindiyê ve behsa Pêşmerge dikin û qurbanîdana wî bilind dinirxînin.

Di derbarê rewşa nû ya siyasiya Herêma Kurdistan û Iraqê jî Serok Barzanî got: Serkeftina PDK li hilbijartinên vê dawiyê de, ji ber ewe bû gelê Kurdistanê padaşta helwestên neteweyiyên PDK da û bi vê pêgehê PDK li her dû hilbijartinan da bû partiya yekemê Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî û hikûmeta nû ya Iraqê Serok Barzanî ragihand ku Adil Abdulmehdî kesekî têgihîştiye û bawerî bi mafên gelê Kurdistanê heye û ji mêjve ye dinasim û li proseya siyasiya nû ya Iraqê da piştevaniyê lê dikîn û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazîn. Niha derfeteke nû ji bo diyalog û hevdû têgihiştinê hatiye holê û me herdem hewl daye kêmtirîn derfet ji bo diyalogê ji dest nedîn.

Serok Barzanî dupat kir û got: Heta li Iraqê da mabîn me pê xweşe dost û piştevan û hevkarê hevdû bîn, herdem dijî şer û tundiyêne. Lê belê tu demekî jî li beramber hêza zordar de teslîm nabîn. Eve jî xisterû ku hêviya me heye kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda çareser bibin.

Li dawiya gotara xwe de Serok Barzanî geşbîniya xwe ya di derbarê rewşa nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, rewşekî nû pêkhatiye ku li gel qonaxên berê da cûdaye. Me daxwaza ewe heye guhertin û çaksaziyên berfireh bêne kirin, PDK jî wê baweriya ku gelê Kurdistanê dayiyê, ji bo xizmetkirina gelê xwe bikartîne.

Her li vê rêwresmê da fîlmekî dokumenterî di derbarê Destana Lomana – Zawîte de hate pêşandan, paşê (Tabloya Semaya Pêşmerge) ji aliyê hejmarek kur û keçên hunermend ve hate pêşkêş kirin.