Monday 7 January 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Tevgera Eta û Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir



Roja dûşem 07.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Serokê Tevgera Eta û Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hengavên dawî ya temamkirina hikûmeta nû ya Iraqê hate guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengiya her du aliyan ya li proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina kêşeyan kirin.