Wednesday 6 February 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Misir li Hewlêrê kir



Roja çarşem 06.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed Cîhad Konsolê welatê Misir li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Kurdistan û welatê Misir, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku peywendiyên gelê Kurdistanê û xelkê Misir û Hikûmeta wî welatî de dîrokî û bi hêzin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser berfirehkirin û pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Qahîreyê kirin.