Thursday 4 August 2022

Serok Barzanî pêşwaziya birêz Bafil Talabanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir



Îro pênçşem rêkefta 04.08.2022 Serok Barzanî li Pîrmam pêşwaziya birêz Bafil Talabanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û bi amadebûna her yek ji birêzan Dr. Fuad Husên û Qubad Talebanî kir.

Li civînê de guftûgo û danustandina bîr û ramanên li ser nirxandina rewşa niha ya Iraq û pêşhatên wê kirin û bi navê yekxistina nav mala Kurdî biryarê dan:

Kar ji bo yek helwestiya hêzên siyasiyên Kurdistaniyan li beramber pêşhatên ku rûbirûyê Iraq û Herêma Kurdistanê bûne bikin û berdewamiyê bidin civînên ji bo vê mebestê.