Friday 22 November 2024

Serok Barzanî bi Ahmed Davudoglu re civiya



Roja înê 22.11.2024 li çarçoveya pêncemîn foruma Asayîş û Aştiyê ya li Zanîngeha Amerîkî li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî bi rêzdar Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê berê yê Komarê Tirkiye civiya.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li Rojhilata Navîn bi giştî de danustandina bîr û ramanan kirin û metirsiyên serhildana terorê û rêkarên ji bo baştirkirina proseya aştî û asayîşê û parastina aramiya li navçeyê de guftûgoyê li ser kirin.