Tuesday 7 November 2017

Serok Barzanî: Şanaziyê bi encama referandûmê dikim û tu carî jî jê poşman nabim



Serok Barzanî li hevpeyvîneke li gel Radyoya NPR ya Amerîkî ragihand: ''Şanaziyê bi encama referandûmê dikim û tu carî jê poşman nabim. Her wiha ragihand ku pêdaçûneke cîddî li ser peywendiyên xwe yên li gel Amerîka dikîn.

Li hevpeyvîna li gel Radyoya NPR ya Amerîkî, Serok Barzanî da zanîn ku piştî encama referandûmê asoyekî din li rûyê gelê Kurdistanê nîşan da. Ji radyoyê re got, ''kar ji bo serbixweyî dikîn û ji referandûmê ne poşmanim.''

NPR dibêje, guh didîn serkirdeyek ku eve 12 sale Serokayetiya Herêmekî otonomî kiriye û bi navçeyekî ne aram navê wê derketiye. Ev hevpeyvîn piştî wê yekê tê ku Barzanî Serokayetiya proseya referandûmê kir û biryar jî da ku dema serokayetiyê ji bo wî neyê dirêj kirin.

Di destpêka hevpeyvîna radyoya NPR de dibêje: Li gel wê yekê ku navçeyekî zêdeyê ji axa Kurdistanê dest li ser da hatiye girtin, ku mebesta wî Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya herêmê ye, lê belê Serok Barzanî dibêje: ''Ez ji referandûmê ne poşmanim.'' Temena Barzanî 71 sale û li heftiya derbasbûyî dest ji posta Serokê Herêma Kurdistanê hilgirt.

Radyo behsa wan êrîşên hêzên Iraqê û grup û mîlîşiyayên Heşda Şe'bî kiriye, ku dest li ser Kerkûkê da girtin. Li wesfa şerê da dibêje: Hêzên Iraqê li gel mîlîşiyayên Şî'e, ku ji aliyê Îranê ve têne piştgirî kirin, dest li ser Kerkûkê da girtin, ku navçeyekî dewlemende bi neftê. Li vê êrîşa ku kirine ser wan navçeyan debabe û çekên Amerîkî bikaranîn. Barzanî li vî derbarî de got: ''Amerîka tu tiştekî ji bo rawestandina van debabeyan nekiriye û eve jî ne çaverêkirî bû. Çek û debabeyên Amerîkî, ku Amerîka daye hêzên Iraqê bo ku li şerê dijî Da'îş de bikarbînin, li dijî gel ew çek hatin bikaranîn. Ew çekên Amerîkî û tankên Abrams û çekên din bikaranîn ku Amerîka jî bêdeng bû. Eve jî çaverê nekirî bû, ku Amerîka lê bêdeng bê.''

Rayoya NPR dibêje: Her çende Barzanî razî nebû ku dema wî ya posta Serokê Herêma Kurdistanê bê dirêjkirin lê belê ew Serokê mezintirîn partiya Kurdistanê ye. Alîgirên wî yên li Herêma Kurdistanê wî bi bavê serdema nû ya Kurdistanê bi nav dikin. Li 2003 ve Barzanî û Kurd yek ji hevpeymanên nêzîkên Amerîka ne, lê belê Barzanî dibêje: Divê eve bê guhertin û pêdaçûneke cîddî li wê pêwendiya xwe ya li gel Amerîka de dikîn.

NPR nivîsiye: Amerîka gotiye ku naxwazin Iraq dabeş bibê, her wiha Herêma Kurdistanê jî li encamdana referandûmê agahdar kiriye û dewletên din jî tirsa wan li dirustbûna dewleta Kurdistanê hebû. Di derbarê peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, Barzanî dibêje: ''Ew helwesta Amerîka wiha dike ku baweriya gelê Kurdistanê ya bi Amerîka kêm bibê û ro bi roj ew bawerî bi Amerîka lawaz bibê.''

Radyo dibêje: Mesûd Barzanî wekî bavê efsaneyê Pêşmergeye ku li çiyayan li dijî hêzên Iraqê ceng kirine. Bi dirêjahiya jiyana xwe ji bo Kurdistanê şer kiriye û referandûm jî destkefta Barzaniye. Lê belê niha Kurd bi çendîn hêzan ve hatine dorpêç kirin, ku Barzanî jî ji referandûmê ne poşmane.

Di derbarê referandûmê jî Serok Barzanî dibêje: ''Şanaziyê bi encama referandûmê dikim û şanaziyê jî bi wê yekê dikim ku min derfetek bi gelê Kurdistanê bexşî bo ku dengê xwe bidin û tu demekî jî jê poşman nabim.''

NPR li dawiyê de dibêje: Barzanî wiha bawere dewleta Kurdistanê namire, û gelek xort û law hene ku ne Pêşmergene jî. Her wekî ku Barzanî dibêje: Berevaniyê dikin û kar ji bo serxwebûna Kurdistanê dikin.