Wednesday 8 November 2017

Serok Barzanî: Rapirsî, paşaroja gelê Kurdistanê mîsoger kir



Serok Mesûd Barzanî radigihîne, her çende piştî encamdanê ve hinek berbest hatine pêş, lê belê rapirsî paşaroja gelê Kurdistanê mîsoger kiriye.

Serok Barzanî li hevpeyvîneke rojnamevanî da li gel kovara Newsweek ya Amerîkî ragihandiye, operasyona destbiserdagirtina Kerkûkê bi serkirdayetiya Îran û bi agahdariya berpirsên Amerîka û Brîtanya bûye.

Naveroka Hevpeyvînê:

Newsweek: Li referandûmê da we serkeftinê bi dest ve anî, lê belê wiha xûyaye bandoreke xerap li ser avakirina welatekî serbixwe ya ji bo Kurdan kiribe. Ji bo çi hûn rişd û sûr bûn li ser encamdana referandûmê?

Serok Barzanî: Biryara encamdana referandûmê ne biryarekî şexsî bû, belku biryarekî hemû aliyane bû ku partiyên siyasiyên Kurdistanê dan û serkeftina referandûmê jî eve bû, ku % 93 yê xelkê Kurdistanê bi (Belê) deng da. Her ji bo wê yekê prose serkeftî bû. Wiha bawerim ev referandûm paşaroja gelê Kurdistanê mîsoger kir, raste hinek berbest li qonaxa piştî referandûmê hatine pêş, lê belê nayê wê wateyê ku gelê Kurd îradeya xwe ji dest dabê.

Newsweek: Lê belê li gor gelek kesan dema wê neguncaw bû?

Serok Barzanî: Li gor baweriya me dema wê guncaw bû, ji ber ku ew hêzên Iraqiyên niha siyaseta xwe diçespênin ji bo guherîna rewş û demografya ya wan navçeyan kontrol kirin, ev program û plana wan li berî referandûmê jî li serê wan da hebû. Ew referandûmê wekî hêcetek bikartînin ji bo veşartina plana xwe ya li dijî gelê Kurdistanê. Em li ser encamdana referandûmê rişd û sûr bûn bo ku rê li xwînrihtinê bigrîn, bo ku rê li şer û pêkdadana çekdarî bêgirtin. Ew hêzên Iraqiyên niha şer li dijî me dikin, dixwazin waqî'êkî nû li ser navçeyê da bisepênin. Şaşiya me ewe bû ku diviya referandûmê zûtir ji wê demê encam bidîn ne ku derengtir.

Newsweek: Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî Da'îş hevkarî û hemahengiyeke nêzîk li gel hevpeymaniya navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka hebû. Hûn wiha bawerin ku Amerîka we bi tenê bi cîh hiştiye?

Serok Barzanî: Bêyî rola Pêşmerge û ew qurbaniyên Pêşmerge bexşî, nedikaribûn paşvekêşiyê bi Da'îşê bikin û bişkînin, her wiha Mûsil jî nedihat azad kirin, lê belê me çaverêya ewe nedikir hêzên Iraqî bi çekên Amerîkayî, ku Amerîka bi Iraqê dabû şerê Da'îşê pê bike, li dijî hemwelatiyên xwe bikarbîne. Eve ji bo me tişteke ne çaverê kirîbû.

Newsweek: Bi raya we Amerîka plana Iraqê ya çûna nav Kerkûk û navçeyên din pejirandibû?

Serok Barzanî: Belê, em bawerin operasyona kontrolkirina Kerkûkê bi serpereştiya Îraniyan û bi agahdariya berpirsên Amerîka û Brîtanya hate encamdan.

Newsweek: John McCain Senatorê Amerîkayî, Herêma Kurdistanê bi dostekî bi nirx û herdemî ya Amerîka wesif kiriye. Hûn bawerin ku dostayetiya we ya li gel Koşka Spî li bin Serokayetiya Donald Trump da guhertin li ser da hatiye?

Serok Barzanî: John McCain kesayetiyeke birêz û têgihîştiye û agahdarî qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye, lê belê di derbarê peywendiyên di navbera Kurdistan û Koşka Spî nikarim bibêjim peywendiya me heye an jî na.

Newsweek: Îran dijminekî kevinê Iraqê bû û niha jî nêzîktirîn hevpeymanê wê ye. Ev peywendiya bi hêz ji aliyê navçeyê û gelê Kurdistanê ve çi digihîne?

Serok Barzanî: Biryarên Iraqê li destê Îranê dane. Kurd niyaza rûbirûbûn û rikeberîkirina Îranê nîne.

Newsweek: Wate niyaza we ya karê hevbeş heye li gel Îranê?

Serok Barzanî: Ewe li paşarojê de biryar li ser tê dayîn.

Newsweek: Gelek ji aliyan ji wê yekê nîgeranin ku girjî û aloziya di navbera Hewlêr û Bexda, li encamê da bibe sedema serhildana şerekî nû. Gelo raya we çiye?

Serok Barzanî: Em hêvîdarîn şer û xwînrêjî bi dawî bê. Siyaseta me encamdana diyalog û li ber girtina aştîxwazaneye ji bo çareserî û pêşgirtina li kêşeyên li gel Bexda da. Eger civaka navdewletî û hevpeymanan bixwazin rê li pêkdadana serbazî bigrin, wê demê dikarin. Lê belê eger şer rû bide, bi wê wateyê tê ku ewan ronahiya kesk pêkiriye.

Newsweek: Rikeberên we wiha bawerin, we referandûmê ji bo destkeftên siyasî taybet bi xwe encam daye. Gelo hûn çi dibêjin?

Serok Barzanî: Biryara encamdana referandûmê li sala 2014 ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan û Parlemenê ve hatiye dayîn. Ev biryar biryarekî şexsî nebû û biryara hemû partiyên siyasî û saziyên Kurdistanê bû. Lê belê bi sedema Da'îş ve roj û berwara encamdana referandûmê hate paşxistin. Lê belê paşê jî ku me dema wê diyar kir, wê demê jî hem biryarekî hemû aliyan bû û hem jî partiyên siyasiyên Kurdistanê jî biryarê li ser da.

Newsweek: Gelo serxwebûna Kurdistanê hê jî li holê daye?

Serok Barzanî: Ewê li navçeyên Kurdistaniyan pêktê demkiye, ji ber ku tu kesek nikarê nasnameya van navçeyan biguhere. Em tu guhertineke bi zorî li ser demografya ya wan navçeyan qebûl nakîn. Nasnameya wan navçeyan hê jî Kurdistaniye. Tenê ji bo rêgirtina şer û xwînrêjiya zêdetir bû sedem ku em ji beşekî wan navçeyan paşve vekêşîn. Armanca me ewe bû rê li şerê serbazî bigrîn û bingeha guftûgoyê birexsênîn.

Newsweek: Heta çi radeyekî we karî ji bo rê girtina li vî şerê serbazî ya li gel Bexda bigrin?

Serok Barzanî: Heta wê astê ku tê kirin, em amadene xwe ji şerkirina li gel artêşa Iraqê biparêzîn, heta wê demê ku ew êdî nexwazin rewşa federaliya Kurdistanê biguherin.