Friday 26 January 2018

Serok Barzanî: Kerkûk dagîrkiriye û dest ji serbixweyî yê bernadîn



Serok Barzanî li hevpeyvîneke li gel kanala BBC ya Brîtanî, di derbarê operasyonên Efrînê de ragihand, gelek nîgeranîn ji wê operasyonê û hêvîdarîn di zûtirîn demî de operasyon rawestê û ceng çareseriya kêşeyan nake. Barzanî ronahî jî kir, şandina Pêşmerge kêşeyê çareser nake, baştirîn hevkarî ji bo wê kêşeyê eweye tevahiya hewlên xwe bixîn rû bo ku wan êrîşan rawestînîn.

Eve jî naveroka hevpeyvînê ye ku ji zimanê Ingilîzî ve hatiye wergerandin:

BBC: Di derbarê operasona Tirkiye ya li ser Efrînê de raya we çiye?

Serok Barzanî: Em gelek nîgeran û dilgiranîn û hêvîdarîn bi zûtirîn dem dawî pê bê, ji ber ku hîç kêşeyek bi şer nayê çareser kirin.

BBC: Bi raya we Pêşmerge hîç rolekî dibê li vê şerê da? Gelo ji bo yarmetîdana YPG hûn Pêşmerge dişînin?

Serok Barzanî: Şandina hêzên Pêşmerge kêşeyê çareser nake. Baştirîn hevkarî eweye ku hemû hewlek bidîn ji bo rawestandina operasyonê.

BBC: Piştî 2003 ê ve Herêma Kurdistanê wekî çîroka serkeftinê dihate behs kirin. Kurd li hemû warên jiyanê da geşê kir. Lê belê niha wê geşbûnê ji dest daye. Gelo hûn bawerin ku we rîskek wergirt û we şikestek xwar?

Serok Barzanî: Min berê jî gotiye ku tu demekî ez ne poşman bûm û dûpat jî dikim ku niha jî ne poşmanim. Dengdana 3 milyon kesan, ji aliyê min ve referandûm serkeftî bû. % 93 ê xelkê Kurdistanê deng bi belê da.

BBC: Tu dibêjî serkeftî bû. Lê belê rastî wiha nîne. Ji ber ku Kurd piştî referandûmê êş û azarê kişand û we jî serxwebûna xwe bi dest neanî.

Serok Barzanî: Ez eve bi rast nizanim ku hinek kes bibêjin ewê rûda bi sedema referandûmê bû. Ew kêşeyên hatin pêş li 2014 û pêş şerê Da'îş destpêkirin. Her ji birîna budceyê ve paşê şerê Da'îş li ser da hat û nêzîkî dû milyon koçber û penaber rû li Kurdistanê kirin ku em bi tenê rûbirûyê wan kêşeyan bûyîn. Zêdetirê xelkê Kurdistanê jî li gel vê nêrînê ne. Êdî ji bo çi navê şikestê pê bînîn.

BBC: Amerîka û civaka navdewletî bi me ragihandin ku niha demeke baş nîne ji bo referandûmê. Eger vegerîne çend meh berî niha gelo li gor we jî baştir nebû, gûh li şîreta Amerîka bigrin?

Serok Barzanî: Encamdana referandûmê tawan nîne. Mîlletek xwest bi awayeke aştiyane û demokratiyane raya xwe derbibre. Ewên ku gotin dem ji bo referandûmê guncaw û baş nîne, hîç alternatîv û bedîlek û demek ji bo encamdana referandûmê pêşkêşî me nekirin. Hîç bedîlekî bawerpêker nebû ji bo xelkê Kurdistanê. Em referandûmê bi tawan nizanîn belku piyadekirina demokratiyaneya mafê mîlleteke.

BBC: Lê belê li encamê da we kontrola Kerkûk û çend navçeyên din ji dest da. Gelo li gor we ewê rûda şaşî nebû?

Serok Barzanî: Ez bi şaşî û xeletî nizanim û lê jî ne poşmanim. Ewê li Kerkûkê jî rûda bi sedema xiyanetê bû li nav Kurd. Min berî referandûmê jî gotiye ku Kerkûk pêwîste bajarê pêkvejiyana neteweyî û mezhebî bê û niha jî her li ser wê rayê me.

BBC: We behsa xiyanetê kir li nav Kurd eve balkişandineke bo ku Kurd çend nakokin li nav xwe da. Me neku her li Kerkûk belku li Hewlêr jî li gel xelkê axaftiye ku dibêjin êş û azarê dikêşîn bi sedema wê rûdana li Kerkûkê rûda. Li rûyê asayîş û darayiyê ve ziyan bi wan gihîştiye. Gileyî li Hikûmeta Bexda dikin lê belê li heman demê da ji berpirsên Kurd jî dikin û dibêjin ew nakokî sedema wan rûdanan bûn.

Serok Barzanî: Berî referandûmê jî behsa wan nakokiyan dihate kirin. Lê belê li rastiyê da % 93 yê xelkê Kurdistanê li referandûmê de deng bi (Belê) da. Xelkekî zêde beşdarî li referandûmê da kir. Ew xelkên niha gileyî li serkirdayetiya Kurd dikin berê jî her gileyiya wan hebû. Mîlletek jî daxwaza azadî û serbestî bike bêguman divê bac jî bide. Eger xiyaneta grûpekî Kurd jî nebûya, ew rûdan rû nedidan. Her wiha li destûra Iraqê da jî hatiye ku pabendbûna wê destûrê yekperçeyî ya axa Iraqê diparêze.

BBC: Wate hûn wê yekê dipejirînin ewê li Kerkûkê rûda beşekî bi sedema nakokiya nav serkirdayetiya Kurd de bû.

Serok Barzanî: Referandûm biryara partiyek û şexsek û aliyek nebû. Biryara hemû partiyên Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê bû li sala 2014. Hemû partî jî li gel da bûn. Dibe ku hinek kes li gel da nebûbin, lê belê kes nehat bibêje min ez li dijim. Ewê li Kerkûkê rûda xiyaneta taqimek bû. Nexwe hemû serkirdayetiya partiyên serekiyan hevbîr bûn li ser referandûmê.

BBC: Kî xiyanetê li we kir?

Serok Barzanî: Xelkê Kurdistanê û civaka navdewletî jî dizanin ew kî ne.

BBC: Hinek kes dibêjin referandûm bi tu awayek ji bo mafê neteweyiyê Kurd nebû. Belku bi awayeke serekî derbarê kontrolkirina desthilat û çavkaniyên neftê bû.

Serok Barzanî: % 93 yê xelkê Kurdistanê deng ji bo wê da, êdî xelkekî din çi dibêjin di derbarê referandûmê de ne girînge.

BBC: Êdî çarenivîsa Kerkûk? Pêşmerge piştî hatina Da'îş ji bo sê sal berpirs bû ji parastina Kerkûk û nefta wê. Niha xelkekî zêde li Kerkûk dipirsin gelo her hêzên Iraqê li Kerkûkê dibin?

Serok Barzanî: Niha danustandin berdewame. Kerkûk û navçeyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ku niha dagîrkirîne, em bawerin bi gûftugo û danustandinê dikare bê çareser kirin.

BBC: Wate li gor nêrîna we Kerkûk hatiye dagîr kirin?

Serok Barzanî: Belê niha dagîrkiriye.

BBC: Çendî nêzîkin li gihîştina rêkkeftinek di derbarê birêvebirina hevbeş li Kerkûk?

Serok Barzanî: Heta niha danustandin berdewame û hêvîdarim bigihîn rêkkeftineke hevbeş. Lê belê bi tu awayekî siyaseta xwe sepandin û sepandina wê rastiya niha heye qebul nakîn.

BBC: Eger danustandin şikest anî çi dikin?

Serok Barzanî: Eger ser negirt wê demê diyar dibê çi rû dide û naxwazim pêş rûdanan bikevîn.

BBC: Gelo pêşbîniya destpêkirina şer dikin li Kerkûk, ji ber eve cihê nîgeraniyekî mezina xelkê ye?

Serok Barzanî: Na, em tu demekî li gel şer nebûne û hewl jî didîn bigihîn rêkkeftinekî hevbeş. Referandûm jî ji bo ewe hate kirin rê li şer bigrîn neku bikin hêcetek.

BBC: Gelo hûn bawerin ku eve dawiya hêviya Kurde ji bo gihîştina bi dewleta serbixwe. Yan hûn hewlekî din jî didin, neku her li Iraq belku nêrîna we di derderbarê paşaroja Kurd li navçeyê çiye?

Serok Barzanî: Nexêr bi tu awayekî dest ji serbixweyî yê bernadîn.

BBC: Gelo hûn nîgeran nînin ji wan alozî û girjiyên li Kerkûk û navçeyên dinê Bakûrê Iraqê heye rê ji bo paşmayên Da'îş xweş dike?

Serok Barzanî: Hemû aliyek dizanin eger Pêşmerge yarmetiya hêzên Iraqê nedabûya tu demekî nedikarîn Mûsilê rizgar bikin. Eve rastiyeke, bi piştrastiyê ve ewê li Kerkûkê rû da derfet û warekî zêde ji bo Da'îş rexsandiye. Ji ber ku ewe rast nîne ku bibêjîn Da'îş bi dawî bûye.

BBC: Wate tû ne li wê baweriyêdeyî ku Da'îş bi yekcarî ji nav çûye? Hûn li vî derbarî de çi dikin?

Serok Barzanî: Ji bo me şerê terorîstan li bin her nav û nîşanek da bin erkêkî li pêşîneye. Bi tu awayek jî rê nadîn Da'îş li navçeyên bin kontrola me da serî hilbide. Lê belê şerê Da'îş tenê şerê serbazî nîne belku şerêkî siyasî û çandî ye jî.

BBC: Tû destberdarê posta xwe buyî. Kengê hilbijartina Serokayetiyê tê encamdan, gelo we kesek li xeyal da heye ku gûncaw bê ji bo Serokayetiyê?

Serok Barzanî: Ez rêz li yasa digrim û li gor yasa jî dema Serokayetiya min bi dawî hat. Li gor yasa jî hemû hemwelatiyek ku mercên wê têda hebê dikarê xwe namzet bike. Ji bo dema hilbijartinê jî heta niha her li guftûgoyêdayîn ji bo destnîşankirina dema wê.

BBC: Êdî hûn li paşarojê de çi dikin. Her bi Pêşmerge dimînin?

Serok Barzanî: Ez her Pêşmerge bûm û bi Pêşmerge jî dimînim.