Thursday 7 September 2017

Serok Barzanî: Her gelek pişt bi xwe nebestê û pişt bi ewên din bibestê nagihe tu tiştekî



Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevpeyvîneke li gel kanala Al Arabiya ragihand, referandûm biryareke rast û dirûstê xelkê Kurdistanê ye û eger serkeftî bûyan li hevbeşiya rasteqîneya Iraqê da, wê demê dibe ku referandûm bihata paşxistin yan di demeke din de bihata kirin.

Serok Barzanî ragihand, ew biryar biryara gelê Kurdistanê ye û her gelek pişt bi xwe nebestê û pişt bi ewên din bibestê nagihe tu tiştekî. Ewên daxwaza paşxistina referandûmê dikin sedemên wan lawaze û ew wê yekê daxwaz dikin ku paşbixîn, lê belê negotine em li dijî referandûmê ne.

Serok Barzanî tekez jî kir, em rijd û sûrîn li ser encamdana referandûmê û ewên daxwaza paşxistinê dikin, bersîva ewe bûye, bedîla we çiye û gelo rêkkeftina di navbera Hewlêr û Bexdaye yan desteberê navdewletî didin me.

Li beşeke dinê hevpeyvînê de Serok Barzanî behsa wan tawanan kir, ku rejîmên yek li dawiya yekên Iraqê beramber gelê Kurdistanê encam dane û balkişand li ser wê yekê ku her di destpêka damezrandina Iraqê ve sîtem li Kurd hatiye kirin. Lê belê sîtema serdema paşayetî li Iraqê da negihîştibû wê tundutîjiya rejîma Seddam Husên beramber bi Kurd encam da.

Serokê Herêma Kurdistanê ronahî jî kir ku Herêma Kurdistanê yek aliyene neft neşandiye derve, heta wê dema ku Hikûmeta Iraqê budce û mûçe û maaşê xelkê Kurdistanê birî, paşê Herêma Kurdistanê biryar da neft bişîne derve.

Eve jî got: Em li ser binyatnana dewletekî medenî demokratî rêkkeftîn, lê belê niha hikûmeteke mezhebî û tayîfî desthilatê li dest girtiye.

Serok Barzanî tekez li ser ewe jî kir, ji bo referandûmê heta bedîleke baştir ji referandûmê nexin rû, em li ser rêya xwe berdewam dibîn.

Serok Barzanî red kir ku helwesta niha ya Herêma Kurdistanê peywendî bi lêpirsînê ve ji Wezîrên Kurd ve hebê û got: Berî çar salan me hişdarî daye û Hikûmeta Iraqê roj bi roj li pirsa hevbeşî dûr dikevê û destûrê binpêdikir. Berî 2003 Herêma Kurdistanê desthilateke gelek zêdetir hebû ji niha û zêdetir serbixwe bû. Lê belê bi navê binyatnana dewleteke medenî û hevbeşa rasteqîne çuyîn Bexda.

Eşkere jî kir, piştî referandûmê jî em rû dikîn Bexda û berdewam dibîn li danûstandinê bo ku bigihîne rêkkeftinê û em naxwazin bi tundutîjî û şer çarenivîsa xwe diyar bikîn û danûstan paşaroja me de taybet dibe bi pirsa serbixweyî neku tişteke dine.

Serok Barzanî got: Dewleta Kurdistanê, Ereb û Turkmen û Kildan û Aşûr û Ermenî têda heye û dewleta hemûyane û hevbeşê rasteqînene û dewleteke ji bo hemûyan dibe û ew dewlet dibê kilîla çareseriya qeyranan û nabê gef li ser tu aliyek.

Serok Barzanىî di derbarê ezmûna Başûrê Sûdanê de got: Ji bilî wê yekê ku min rêz ji bo gelê Başûrê Sûdan heye, lê belê gelê Kurdistanê û gelê Başûrê Sûdanê cûdane û nabê bi tu awayek beramberî di navbera wan dû gelan de bê kirin.

Di derbarê peywendiyên paşarojê ya dewleta Kurdistanê li gel perçeyên dinê Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand, Dewleta Kurdistanê peywendî nîne bi beşên dinê Kurdistanê ve û her beşek bi xwe biryar li çarenivîsa xwe dide û dewleta Kurdistanê destêwerdanê li karubarên navxweya tu perçeyeke Kurdistanê nake.

Serok Barzanî got: Piştî bi dest ve anîna serxwebûnê, erkê minê siyasî bi dawî tê û ew karwan dikeve destê nifşeke din.

Di derbarê helwesta Herêma Kurdistanê li ser Îranê ve, Serok Barzanî got: Rê bi Îranê nadîn dest bixe nav karubarê navxweya me û li ser ewe rêkkeftîn ku mafê cîrantiyê biparêzîn.

Di derbarê qonaxa piştî dest li kar kişandina ji Serokayetiyê, Serok Barzanî got: Ez Pêşmerge me û her bi Pêşmerge jî dimînim.